Hezîran 02, 2025 17:01 Asia/Tehran
  • Numan Kurtulmuş: Li Parlemana Tirkiyê komîsyonek tê avakirin

Serokê Parlemana Tirkiyê piştî serdana DEM Partiyê got: Ji bo pêvajoya çareseriyê li Parlemanê komîsyon tê avakirin.

Numan Kurtulmuş ragihand ku piştî banga Ebdullah Ocalan û biryara bidawîanîna şerê çekdarî ya PKKyê rewş gihiştiye wê qonaxê ku ew êdî dikarin li Parlemanê li ser mijarê biaxivin.

Serokê ParlemanaTirkiyê îro di çarçoveya serdana partiyên siyasî de li Parlemana Tirkiyê çû serdana DEM Partî û bi Hevserokên wê re civiya.

Kurtulmuş diyar kir ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan di rojên pêşber de li Parlemana Tirkiyê komîsyonek were avakirin.

 

Serepeyv