Desteserkirina 5 şaredarên din li Tirkîyê
Dewleta Tirkîyê di dewama tepeserkirina berfire ya neyaran da piştî girtina Şaredarê Istenbolê, 5 şaredarên din jî desteser kirin û hikm desteserkirina bi dehan rayedarî da.
Polîs û hêzên emnî yên Tirkîyê îro êrişî nivîsgehên 3 şaredarîyan li Istenbolê kirin û herwiha parlimanterekî berê yê CHPê jî girtin. Li Adanayê jî 2 şaredarên CHPê hatin desteserkirin.
Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê ragihand ku bi giştî 30 kes hatine desteserkirin.
Girtina Ekrem Imamoglu bû sedema birêketina xwenîşandana herî mezin a dijî hikûmetê di zêde ji 10 salên buhurî da û hogirên wî şaredarî, Erdogan bi desthilatxwazî û tepeserkirinê tawanbar kirin.
Ji dema ku Imamoglu hatîye girtin va, bihaya pişkên bûrsê li Tirkîyê sedî 17ê bihaya xwe ji dest dane.
Ji hêla din va, hevpeymanên Tirkîyê yên rojavayî bi tundî ji ber tepeserkirina neyaran li Tirkîyê rexne kirine.