May 30, 2025 17:01 Asia/Tehran
  • DEM Partîyê berbijarê xwe yê serokatîya parlimana Tirkîyê destnîşan kir

Partîya Beranberî û Demokirasîyê ya Gelan (DEM Partî) bi awayekî fermî Cengîz Çandar sîyasetvan û parlimanter wek berbijarê xwe bo posta serokatîya parlimana Tirkîyê da nasandin.

Li gorî agahîyan, DEM Partîyê îro nîvro navê Çengîz Çandar rojnamevan, sîyasetvan û parlimanter wek berbijarê xwe yê serokatîya parlimana Tirkîyê raberî sekreterxaneya parlimanê kir.

Demajoya hilbijartina serokatîya parlimana Tirkîyê ji 28ê Gulanê va dest pê bûye û di 5 rojên destpêkê da, navê berbijaran tê tomarkirin, di 5 rojên duyem da jî yê hilbijartin were lidarxistin. Hilbijartina serokê nû yê parlimana Tirkîyê yê di 3yê Hezîranê da bi şêweya dengdana nihênî pêk were.

AKP û MHPê jî Nu`man Kurtulmûş serokê nika yê parlimana Tirkîyê wek berbijar dane nasandin. 

Serepeyv