Tuncer Bekir Xan: Bidestxistina aştiyê girêdayî bi sazîbûna demokrasiya xwecihî
May 25, 2025 17:03 Asia/Tehran
Hevserokê Dem Partiyê bidestxistina aştiyê girêdayî sazîkirina demokrasiya xwecihî da zanîn.
Tuncer Bekirxan di civîna navîndem a DEM Partiyê berdewamiya siyaseta danîna qeyûman ser şaredariyan rexne kir û got: Di rewşa de ku 13 şaredarî di bin kontrola qeyûman de têne rêvebirin, em çawa dikarin behsa mafên biratiyê li hember gel bikin? Divê qeyûm demlidest werin rakirin û şaredarên hilbijartî vegerin ser karê xwe. Bekir Xan her wiha got: Zimanê medyayên nêzîkî hikûmetê pêvajoya aştiyê lawaz dike.Bikaranîna peyvên bêrêziyê li dijî çalakvanên siyasî demokrasiyê ji nav dibe. Demokrasî hewcetî bi zimanekî demokratîk heye.