Hevseroka DEM Partiyê: Ji bo pêvajoya aşitiyê divê sîstema qeyûman bê rakirin
May 23, 2025 15:08 Asia/Tehran
Hevseroka DEM Partiyê got di pêvajoyê aşitiyê li Tirka de gaveke girîng rakirina sîstema qeyûman e.
Li parêzeha Amedê Civîna Lijneya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinan birêve çû.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî beşdarî civînê bûn.
Hatîmogullari di vê civînê de amaje bi pêvajoya aştiyê da û diyar kir ku sîstema qeyûman li şaredariyên Tirkiyê hem îradeya Kurdan û hem jî sîstema hevserokatiyê binpê dike û divê bilez were rakirin.
Hevseroka DEM Partiyê got Îro gava herî bingehîn ku divê were avêtin, pûçkirina bilez a yasaya qeyûman e û vekişandina qeyûman jî şaredariyên Tirka ye.