Peyama bikeder a Demirtaş ji bo Sirrî Sureya Onder: Mirin li te nedihat, nebû bira
May 05, 2025 16:12 Asia/Tehran
Selahedîn Demirtaş, siyasetmedarê girtî yê Kurd, ji ber mirina Sirri Sureya Onder, cîgirê seroka Meclisa Tirkiyê, peyameke bihest belav kir û got: Mirin li te nedihat, nebû bira.
Hevserokê Berê yê HDP`ê, Selahedîn Demîrtaş, ku li Girtîgeha Edîrneyê tê girtin li ser Sirri Surreya Onder peyameke bi xem a sersaxiyê belav kir û wiha nivîsî: Te tenê tirbek tine, ji ber tu dê di dilê bi dehan milyon kesan de bimînî. Ez herim kîjanê, rûyê xwe di kîjanê bidim bira.
Demirtaş di dewamê de nivîsî: Here, bila riya te vekirî be keko can. Lê ev rev li te nayê; Ma kenî ye, ma simbêl e ku li te were; Mirin qet li te nedihat, nebû Sirriyê bira.