Sirri Surreya Onder koça dawî kir
May 03, 2025 18:38 Asia/Tehran
Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder koça dawî kir
Parlementerê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku li beşa lênêrîna taybet a nexweşxaneyê dihat dermankirin, îro çû ber dilovaniya xwedê.
15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirrî Sureyya Onder da.
Ev 18 roj bûn ku tedawiya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê dihat kirin.