Pevçûna navbera polîsê Tirkiyê û xwenîşanderên Roja Cîhanê ya Karkeran
Hevgavê hewldana komên curbicur ên karker li Tirkiyê ji bo ku di Roja Cîhanî ya Karkeran de bigihîjin meydana Teqsîmê, polîsê vî welatî bi berbendên zav û êrişa ser xwenîşanderan, bi sedan kesî girtin.
Komek ji xelkê Stenbolê berêvariya duh bi minasibeta Roja Karkeran ku li Tirkiyê wekî roja Zehmetkêşan û Hevgirtîbûnê tê binavkirin, dil hebûn ku li Meydana Teqsîmê kom bibin ku di navbera wan û polîsan de pevçûn derket. Hêzên polîs jibilî hişyarkirina xwenîşanderan li bara qedexebûna kombûn û xwenîşandanan di vê meydanê de, xwestin ku ev belav bibin.
Li dû viya ku xwenîşander li hember pêhişyariya polîsan sekinin û guh nedane wan, di taxa Mecîdiyekoy û Beşîktaşê de pevçûneka giran di navbera her du aliyan de pêk hat ku di encamê de hejmarek ji xwenîşanderan hatin girtin.
Civata Mafzanên Nûjen a Tirkiyê hejmara girtiyan zêde ji 400 kesan ragihandiye.