May 01, 2025 17:26 Asia/Tehran
  • Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê li bersiva DEM partiyê: Em nalîzin , Ev mesele cidî ye

Yilmaz Tunç, Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê, wek berteka li himberî gotinên Tulay Hatemogullarî, seroka Dem partiyê ku gotibû top di erdê hikûmetê de ye, got: Em nalîzin, Ev meseleyeke cidî derbarê rawestana li ber terorîzmê ye û divê ji gotinên ku hewldanan têk dibin dûr bisekinin.

Yilmaz Tunç, Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê got:  Hinek daxwazî ji bo zindaniyên Tirkiyê hebûn, lê tu pêvajoyeke danûistandinê di holê de nebû . Tunç her wiha diyar kir: Astengiya herî mezin li pêşiya welatê me belaya terorîzmê bû. Em ji bo xilasbûna ji vê belayê hewil didin û me di vî warî de pêşketinên girîng bi dest xistine. Em dixwazin welat û xelkê xwe ji belaya terorîzmê ku aramiya wan têk dide, rizgar bikin.

Tunç tekez kir ku di vî warî de, divê  ji hewlên jibo jinavbirina terorîzmê piştgirî bên kirin û ji gotinên ku van hewldanan lawaz dikin dûr bisekinin.

Serepeyv