Adar 27, 2025 18:29 Asia/Tehran

Li dû xwenîşandanên piştî girtina Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê, her çend hikûmeta Erdogan her cure kombûn û xwenîşandanek li bajarên vî welatî qedexe ragihandiye lê her rojê xwenîşandanên gel û pevçûna xelkê bi polîs re zêde dibe û hejmara kesên ku tên girtin jî jorda diçe.

Polîsê Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya herî dawîn de ji bilî hişyarkirina xwenîşanderan ragihandiye ku heta nika nêzî 2 hezar kes hatine girtin û helbet di vê navberê de NY, rêxistinên berevanê mafên mirovan û welatên ewrûpî jî ji bilî diyarkirina dilnîgeraniya xwe li hember van girtinan ji Enqerê xwestine ji bilî serederiyên baştir bi xwenîşanderan re, girtiyan azad bikin. Ji hêla din ve CHP wekî opozosiyona sereke ya partiya desthilatdar a AKP`ê, li gel partiyên din ên neyar û komên mafên mirovan û welatên rojavayî gotine ku çêkirina dosiyeyan dijî Îmamoglû, hewldaneka siyasî ji bo wêdadayîna wî ji hilbijartina serokomartiya Tirkiyê ye.

Elî Yêrlîkaya, wezîrê karên hundur ê Tirkiyê jî ragihandiye di van xwenîşandanan de nêzî 2 hezar kes hatine girtin. Li gorî çavkaniyên nûçeyan herwiha 200 xwendekarên zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn a Enqerê jî hatine girtin. Ji hêla din ve xwendekarên Zanîngeha Hunerên Bedew ên Stenbolê jî ragihandina ku hejmarek ji xwendekarên vê zanîngehê hatine girtin û di daxuyaniyekî da ragihandin ku êdî wê bêdeng nemînin. Baroya parêzerên Izmîrê jî di daxuyaniyekî da bi ragihandina girtina 54 kesan ragihand 10 kes ji wan bi tawana dijayetiya li gel qanûna rêpîvan, xwenîşandan û kombûnan, hatine girtin. 

Lîz Tirosil, berdevka komîsariyaya bilind a Konseya Mafên Mirovan a NY jî di daxuyaniyekî da serkutkirina xwenîşanderan ji aliyê polîs ve û girtina xwenîşanderên Tirkiyê şermezar kir û ji hikûmeta Tirkiyê xwestiye demlidest girtiyan azad bike.

Serepeyv