Adar 25, 2025 19:30 Asia/Tehran
  • Qedexeya hatûçûna li Stenbolê di bin sîvana xwenîşandanên ji ber girtina Îmamoglû

Rayedarên Tirkiyê di germegerma xwenîşandanên berdewam ên li bajarê Stenbolê, hin qedexe ji bo hatiçûna li vê bajarê ragihandine.

Rayedarên Tirkiyê ragihandine: Ketin û derketina ji Stenbolê ji bo kes, kom û tirombîlên ku dibe bi awayekî kesane yan komkî çalakiyên neqanûnî bikin, wê qedexe be. Xwenîşandanên vê dawiyê li Tirkiyê ji Çarşemiya bi şev ve li dû girtina Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê û rikeberê sereke yê Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê destpê bûn.

Li gorî rapora medyayan îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi êrişa li ser malên xwendekaran li bajarên curbicur, 30 xweendekar bi tawana  beşdariya di van xwenîşandan de girtin. Yekîtiya Rojnamevanên Tirkiyê jî ragihand, 9 rojnamevan di xwenîşandanên duh de hatine girtin.

Serepeyv