Dewama xwenîşandanên xelkê Tirkiyê li hember girtina şaredarê Stenbolê
Çalakên siyasî û civakî li Tirkiyê, hin vîdêoyan li torên civakî weşandin û rûvekeka nû ji nerizamendiya li hember girtina Ekrem Îmamoglû, şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê nîşan dan.
Di van xwenîşandanên bi şevê de, neyarên hikûmeta Tirkiyê bi lêxistina li ser dîzik û tavikan di hundirê malan de, vêxistina çirayan û qêrîna dirûşma Heq, maf, edalet`ê, nerazîbûna xwe li hember girtina Îmamoglu ragihandin. Ji bilî Stenbolê, li gelek bajarên Tirkiyê, ji wan Bûrsa û Îzmîrê jî, xwenîşandan li dijî girtina şaredarê Stenbolê hatin lidarxistin. Di heman demê de, polîsê Tirkiyê jî ragihand,Di van pevçûnan de zêdeyî 1100 kes hatin girtin û ji aliyê din ve jî çalakvanên civakî û neyarên hikûmetê ragihandin ku Erdogan bi siyaseta xwe ya nû dixwaze bi zorê û dîktatoriyê welêt birêve bibe. Weşandina bêhurmetiya polîsên Tirkiyê li xwenîşanderên jin ên bi hicab, li ser torên civakî û medyayê de rastî bertekeke tund ve hat, bi awayekî ku hikûmeta Tirkiyê ji tora civakî ya X`ê xwest ku zêdetirî 700 hesabên rojnamevan û kanalên nûçeyan girêde û vê torê jî ragihandiye ku ev biryara hikûmeta Tirkiyê li dijî yasayê ye.
Ji aliyê din ve, piştî ku şaredarê Stenbolê, Ekrem Îmamoglu, hate girtin, CHP`ê jî karî 13 milyon û 211 hezar deng di nav partiyê de bi dest bixe û wî wek berbijêrê webirr ê vê partiyê ji bo hilbijartinên pêşwext ên serokomartiya Tirkiyê da nasandin. Îmamoglu ku di girtîgehê de ye di peyama xwe ya ji girtîgehê de wiha axifî: 15 milyon hevwelatiyên me çûn ser sindoqan û ji we re gotin ev qas karên derveyî qanûnê bes e, li welatê me bi milyonan mirov hê jî di bin zexta hikûmetê de, aboriya jinavçûyî, bêserûberî û bêhiqûqiyê de dijîn.