Şaredarê Stenbolê mehkûmî hebsê bû
Adar 23, 2025 18:15 Asia/Tehran
Dadgeha Stenbolê piştî hilkolandina gilînameya dozgeriyê li bara doziyeya gendeliyê, Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê re cezaya girtîgehê birrî.
Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê, piştî ku bi tawana gendeliyê mehkûmî zîndanê bû, soz da ku teslîm nebe. Wî di peyamekî de ku parêzerê wî weşand, ji alîgirên xwe xwest ku hêviya xwe ji dest nedin yan bêhêvî nebin. Wî herwiha got: Em ê bi hev re vê lekkeya reş a li ser demokrasiyê paqij bikin. Ez teslîm nabim û wê rewş çêbibe. Parêzerekî wî got: Parêzerên şaredarê ku bi tawana gendeliyê, mehkûmî zîndanê bûye, wê nerazîbûna xwe ya li hember vê hikmê rabigihînin.