Dewama xwenîşandanên li Tirkiyê
Piştî cezayê girtîgehê yê Ekrem Îmamoglû, xwenîşandanên herî mezin ên ku Tirkiye di nava deh salan de bi xwe ve dîtiye, li gişt welêt pêk hatin.
Xwenîşandanên li Tirkiyê ku bûne nîşaneya herî mezin a hêrsa raya giştî ya Tirkiyê di van deh salên dawî de, li du sêyê parêzgehên vî welatî ango 55 parêzgehan belav bûne û xelk ji bo şermezarkirina girtina Îmamoglu daketin kolanan.
Di van çalakiyan de girseya gel bi pankartên ku partiya Edalet û Pêşketinê bi dîktatorî û tirsonektiyê tawanbar dikin, li ber avahiya Şaredariya Stenbolê kom bû. Polîsan bi bombeyên gazê, gulleyên lek û bombeyên bi deng hewl dan pêşiya berfirehbûna xwenîşandanan bigirin.
Serokê Giştî yê CHP`ê, Ozgur Ozal, di xwenîşandana li Saraçxanê de ragihand ku rejîma otorîter a Erdogan têk diçe û gelê Tirkiyê nahêle şaredariya Stenbolê bikeve destê qeyûmekî hikûmetê.
Ozgur Ozel got: Erdogan bi dengê gel nikare bi ser bikeve, vêca hewl dide bi sîstima dadweriyê derbê lêxe. Li ser banga Partiya Komarxwez a Gel (CHP), bi dehan rêveberên payebilind ên şaredariya Stenbolê û bi hezaran kes ji bo roja sêyemîn a li dû hev, li ber avahiya şaredariyê kom bûn. Xwepêşandanên berfireh ên vê dawiyê nîşan didin ku ev pirsgirêk êdî ne safkirina hesabê ya herêmî yan pirsgirêkeka partiyek e, lê alûgoreka di asta neteweyî da ye ku dê bandorê li dahatiya siyasî ya Tirkiyê bike.