Bihaya Lîrê Tirka daket
Adar 22, 2025 16:26 Asia/Tehran
Piştî qeyrana aborî ya bi sedema girtina hevrikê sereke yê serokomarê Tirkiyê, Lîre li vî welatî sedî 11 daket û gihîşt asta xwe ya herî nizim.
Banka navendî ya vî welatî bi qasî 12 milyar dolar xistine bazara perên biyanî. Bankdarekî Tirkiyê got ku desthilatdaran serê Çarşemê ve kontrola bazarê ji dest dane û got ku ev yek baweriya sermayedaneran kêm kiriye. Tê gotin ku Banka Navendî ya Tirkiyê duh û pêr jî, ji bo ku Lîrê xilas bike, Dolar şandine bazarê.