Adar 22, 2025 17:36 Asia/Tehran
  • Dadgeha Îmamoglû, şaredarê Stenbolê destpê kir

Hevgavê bi dawîhatina derfeta qanûnî ya lêpirsîna di 72 saetan a ji Ekrem Îmamoglû, dadgehakirina wî ji berêvariya îro ve li Dadgeha Çailayan a navçeya Şîşliyê destpê kir.

Eger çi dozger ji bo wî 4 heta 7 salan zîndan birrîye lê dibe ku Îmamoglû anegorî dengê berayî yê beraetkirinê yan hikmê hebsa li malê yan jî çavdêriya daweriyê bi qedexeya derketina ji welêt webigire. Çûyîna nûçegîhanên biyanî li dadgehê qedexe ye û derdora dadgehê bi betonan hatiye dorpêçkirin. Opozosiyona Tirkiyê ji bo piştgîriya ji şaredarê Stenbolê li dadgehê, xwenîşandaneka gelanî li dar xist.

Serepeyv