Demirtaş bi demkî hat azadkirin
Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), ji aliyê serokomarê Tirkiyê ve û bi awayeka demkî ji girtîgehê derket.
Selahedîn Demirtaş, daxwaza xwe radestî wezareta dadê ya Tirkiyê kirbû û daxwaza derfetekê ji bo derketina ji girtîgehê kiribû, ji ber ku dema niştergeriya li nexweşxaneyekî li Stenbolê bibe alîkarê hevjîna xwe.
Wezîrê dadê yê Tirkiyê ev daxwazname gîhande koşka serokomartiyê û bi rizamendiya Receb Teyîb Erdogan, Demirtaş bo nexweşxaneya li Stenbolê hat veguhestin.
Li gorî rapora medyayên Tirkiyê, Dewlet Baxçelî, ji ber piştevaniya ji hewlên çareseriyê yên Erdogan, Ocalan û Baxçeliyê, sipasiya Selahedîn Demirtaş kiriye. Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê HDP`ê di sala 2016`an de û ji aliyê desthilata Tirkiyê ve hat girtin.