Berteka Tirkiyê li himber plana Trump a ji bo Xezzeyê
Sibat 27, 2025 19:36 Asia/Tehran
Hakan Fîdan,Wezîrê Derve yê Tirkiyê, plana Trump a derbarê Xezzeyê de bêaqilî da zanîn.
Hakan Fîdan got ku Enqere dê plana Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump a serdetbûna ser Xezzeyê û awarekirina bi darê zorê ya xelkê wê qebûl nake û xwest ku guh nedin vê pêşniyarê.
Fîdan Hakan plana Trump a derbarê Xezzeyê de bêaqilî bi nav kir û got ku em plana serdestiya ser Xezeyê ya ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye hilêxistin, qebûl nakin. Fîdan, bal kişand ser wê yekê ku ew plana awarekirina bi darê zorê ya gelê Xezzeyê qebûl nakin û bang li welatên din jî kir ku bila evê pêşniyara Trump şermezar bikin.