Hevdîtina rêberên kurd ên Tirkiyê bi Demîrtaş re li zindanê
Şandeke ji partiya herî mezin a siyasî ya alîgirê Kurdan li Tirkiyê li girtîgehê bi Selahedin Demirtaş, yek ji rêberên bi nav û deng ên Kurd ên vî welatî re hevdîtin pêk anî.
Sê kesayetiyên pilebilind ên Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM) li girtîgeha Edirneyê ya li nêzî sînorê Yewnanistanê bi Hevserokê berê yê vê partiyê Selahedin Demirtaş re hevdîtin pêk anîn.
Demirtaş di daxuyaniyekê de ku piştî civînê li ser medyaya civakî belav bû, bang li hemû aliyan kir ku li ser pêşerojeke hevbeş ku her kes, em hemû têde bi ser bikevin, bisekinin. Wî tekez kir ku tevî niyeta xêrê, divê pêngavên berbiçav ên ku baweriyê çêdike bi lez werin avêtin.
Hevdîtina bi Demîrtaş re ku di sala 2016’an de bi tawana terorîzmê hat girtin û ji aliyê gelek çavdêran ve, ji wan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê girtina wî bi meremên siyasî dan zanîn, 2 heftiyan piştî hevdîtina endamên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê bi Rêberê PKK'ê Ebdullah Ocalan re pêk hat.