Erdogan û dew û dozeke pêkenî
Serokomarê Tirkîyê di axavtineek pêkenî da got ku Tirkîye tenha welatek e ku hemî danuistandinnê ticarî bi Israyîlê ra tam daye sekinandin.
Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê idia kir ku Tirkîye tenha welatek e ku hemî danuistandinnê ticarî bi Israyîlê ra tam daye sekinandin û hêvî kir ku di sala 2025ê da tava azadî û dadê wekî Sûrîyê li esmanê Xezzeyê jî hil were.
Erdogan herwiha idia kir ku Tirkîyê gelê Filistînê himberî pêla tepeserkirinê ya ku ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va dest pê bûye, tenê nehîştîye.
Idiaya Erdogan ya derbara qutkirina tam a peywendîyên ticarî yên Tirkîyê bi Rejîma Sîyonîst ra di halekî da ye ku çavkanîyên nûçeyan dibêjin ku danuistandinên ticarî yên Tirkîyê û Rejîma Sîyonîst di 15 mehên qirrkirina gelê Xezzeyê da bi awayeke bêmînak zêde bûne û zêde ji 700 şirketên sîyonîstan nika li Tirkîyê çalak in û raya giştî ya Tirkîyê jî ji ber durûtî û derewên Erdogan di vî warî da gellekî hêrs bûye.