Mijdar 27, 2024 18:36 Asia/Tehran
  • Amadetiya Tirkiyê jibo alîkariya bo agirbesa li Xezzeyê

Serokomarê Tirkiyê îro Çarşemê kêfxweşiya xwe derbarê agirbesa li Lubnanê nîşan da û ragihand ku Enqere amade ye ji bo pêkanîna agirbeseke mayînde li Xezzeyê alîkariyê bide.

Receb Teyib Erdogan diyar kir: Em radigihînin ku em ji bo bidawîkirina komkujiya li Xezzeyê û pêkanîna agirbeseke mayînde amadeyî pêşkêşkirina her cure alîkariyekê ne.Tirkiyê ku êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezze û Lubnanê bi tundî şermezar kiriye pêştir ragihandibû ku bi Hemasê re derbarê agirbeseke muhtemel li Xezzeyê gotûbêj kiriye û derbarê şêwaza pêşdebirina  muzakireyan hinek pêşniyar dane Hamasê.Agirbesa di navbera Rejîma Siyonîst û Lubnanê bi navbeynkariya navneteweyî vê sibê  çarşemiyê ket meriyetê.

Serepeyv