Tê texmîn kirin li rojhilata Tirkiyê berf û baran bibare
Mijdar 19, 2024 14:21 Asia/Tehran
Li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkiyê tê texmîn kirin ku îşev û sibê berf û baran dê bibare.
Li herêmê bi gelemperî baran dê bibare lê li rojhilata Sêrt û Şirnexê, bakurê Dêrsîm û Bîngolê, başûrê Bidlîsê û bilindahiyên Colemêrgê jî şilope û berf dê bibare.
Li gorî texmîna serêveberiya hewanasiyê ya Tirkiyê, barîna berf û baranê ji îşev û pê va li derdora Meletî û Semsûrê, ji sibehê û pê va li derdora Dêrsîm, Elezîz û Bîngolê û her wiha ji sibê nîvro û pê va jî li derdora Mûş, Bidlîs, Batman, Sêrt, Şirnex û Colemêrg û herwisa li bakurê Diyarbekirê dê baran gurr û zêde be.