Hakan Fîdan: Em amade ne ku bi Beşar Esed re hevdîtinê bikin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê tekez kir ku Enqere amade ye pêwendiyên xwe bi Şamê re vegerîne rewşa asayî ya berê.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê bal kişand ser vê yekê ku em amade ne ligel Esed hevdîtinê pêk bînin û got: Ji sala 2017-an ve, piştî gotûbêjên Astaneyê di navbera hikûmeta Sûriyê û dijberan de, şer hatiye rawestandin û niha dema çareserkirina pirsgirêkên navbera Sûriyê û Tirkiye hatiye.Fîdan îdia kir ku ger pirsgirêkên di navbera Enqere û Şamê de bi rêbaza Tirkiyê bên çareserkirin, Sûriye jî dikare pirsgirêkên xwe yên din bi hêsanî çareser bike û got: Mijarên girêdayî Tirkiye û Sûriyê, mesela penaberan û rawestana li ber terorîzmê ye. derbarê wan de me berê axiviye û emê dîsa jî biaxivin.Di vê mijarê de hemahengiyek heye. Mijara girîng di vê qonaxê de ew e ku pirsgirêk zêdetir aloz nebe, nebûna şer û gêreyan û zêdenebbûna hejmara penaberên Sûriyê ye.
Hakan Fîdan di halekê de qala amadetiya Tirkiyê ji bo gotûbêja ligel berpirsên Sûriyê re dixe rojevê ku berpirsên Sûriyê bi caran ragihandine, heta ku Tirkiyê dagîrkirina leşkerî ya axa Sûriyê bidawî neyne, ewê ser maseya gotûbêja bi wan re nerûnên.