Şewata bikuj li daristanên Tirkiyê/ heta niha 78 kes birîndar bûne
Tebax 17, 2024 09:23 Asia/Tehran
Piştî şewata bikujli daristanên sê deverên daristanî li bakurê rojavayê Tirkiyê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji ber guurtirbûna agir fermana valakirina navçeyên xelknişîn ên nêzîkî bendera Îzmîrê da ku sêyemîn bajarê mezin ê Tirkiyê ye.
Wezîrê Cotkariyê yê Tirkiyê ragihand,li opersyona vemirandina agir de 14 firoke, 31 helîkopter, 265 otombîlên rizgarkirinê li gel 1400 hêzên rizgarker li navçên şewat pêketî amade bûne û alîkariyan pêşkêş dikin.
Ajansa Anadoluyê di nûçeyekê de ragihand ku ji ber şewata daristanên li nêzî cihê ku xelk lê dijîn 78 kes birîndar bûne. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku 900 welatiyên me li Îzmîrê hatine valakirin.