Tîrmeh 30, 2024 17:52 Asia/Tehran
  • Pirsgirêka nedayîna heqê sîgortê li Tirkiyê

Li gorî amarên fermî li Tirkiyê zêdetirî 9 milyon û 400 hezar kas ji ber bêkariyê nikarîne pişka xwe ya mehê ya sîgorteya tandirustiyê bidin.

Wezareta Malbat û Xizmeguzariyên Civakî diyar kir, wan di nava sê mehên destpêkê yên îsal de, deynê mehê yê sîgorte an jî bîmeya tendirustiya neh milyon û 444 hezar û 458 kesan daye ku ji ber bêkariyê, nekarîne deynê xwe bidin.

Wezaretê bal kişandiye ser vê yekê, bi giştî ew deyn 35 milyar û 729 milyon û 516 hezar lîre bûye.

Ev jî di demekê deye, Wezareta Malbat û Xizmeguzariyên Civakî berê pêşbînî kiribû sala 2024an hejmara kesên ku nikarin deynê sîgorteya xwe ya tendirusiyê bidin, heşt milyon û 967 hezar û 143 kes bin, hevdem behsa vê jî kiribû ku hejmara wan kesan di sala 2026an bigihije neh milyon kesan.

Serepeyv