Maykêl Rûbên: Tirkiye dixwe ku beşek ji Iraqê wek Sûriyê bixe bin kontrola xwe.
Lêkolerê Amerîkî tevî rexnekirina kiryara Serokwezîrê Iraqê derheq nermatî nîşndayîna li himber êrişên Tirkiyê de, got ku armanca van êrişên ser axa Herêma Kurdistanê, berfirehxwaziya Tirkiyê ye.
Miaykêl Rûben li Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn, di gotarekê de siyaseta hikûmeta Iraqê li hember êrişa artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistanêrexne kir û nivîsî ku nermatî nîşandayîna Bexdayê di vî warî de ziyanê digihîne yekperçetiya axa Iraqê.
Wî got: Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî mîna serokwezîrê berê Mistefa Kazimî li hember binpêkirina sînorên bakur û êrişên artêşa Tirkiyê nermatyê nîşan dide.
Maykêl Rûbên got, armanca Tirkiyê ji van êrişan berfirehxwazî ye û dixwaze ku beşek ji axa Iraqê mîna Qibris û Sûriyê bixe bin kontrola xwe.
Vî çavdêrê siyasî li Amerîkayê got jî ku divê Iraq têbigihe ku Tirkiye di warê serweriyê de gelek metirsiyan jibo Iraqê çêdike, ji ber ku rayedarên Enqerê hewl didin beşek ji axa Herêma Kurdistanê bixin bin kontrola xwe û paşê wê zêdeyî axa xwe bikin.