Tîrmeh 12, 2024 10:17 Asia/Tehran
  • Zêdebûna daxwazên xelkê jibo lidarxistina hilbijartinên pêşwext

Encamên rapirsiyên dawî nîşan didin ku sedî 53ê welatiyên Tirkiyê dixwazin hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Saziya lêkolîn û rapirsiyê ya  AREA  bi ragehandina encamên rapirsiya xwe ya dawî  diyar kir ku sedî 53 ê welatiyan daxwaza hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê dikin.

Şîrketa lêkolînê AREA encamên rapirsiya xwe ya dawî ya ku di hefteya ewil a Tîrmehê de pêk anî eşkere kir.

Ev şirketa lêkolînê di rapirsîneke bi navê Lêkolîna  ser rewşa siyasî ya Tirkiyê de pirs kir ku ger îro hilbijartinên parlemanê bên lidarxistin gelo hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?

Li gorî rapirsiyê dengên partiya desthilatdar AKPê ya Tirkiyê ji sedî 35 di hilbijartinên borî de daketiye sedî 29.

Di nav beşdarên vê rapirsiyê de sedî 32 dengê xwe dane  CHP , sedî 29  dengê xwe dane  Partiya Dad û Geşepêdanê, sedî 10.4  dane MHP , sedî 9.6 Dempartî , sedî 6.1  ÎYÎ patî , sedî  5 ji bo Partiya Zeferê  û sedî 4,3 deng dane Partiya Rifaha  Nû.

Ji sedî 3,4 ê mayî jî dengê erê dane partiyên din.

 

 

Serepeyv