4 leşkerên Tirkiyê li bakurê Iraqê hatin kuştin
Artêşa Tirkiyê derbarê kuştina 4 leşkerên xwe di encama pevçûna bi PKK re li bakurê Iraqê agahî da.
Li gorî rapora medyaya Tirkiyê,Xwefirên PKKê çeperên hêzên Tirkiyê li bakurê Iraqê dan ber êrişan û Artêşa Tirkiyê jî ragihand ku 4 leşkerên wî di encama pevçûa bi PKK re hatine kuştin.Artêşa Tirkiyê 2 rojan berî niha jî di çarçoveya operasyonên leşkerî dijî PKKê dest bi operasyona Hêlîbêrnê li bakurê Iraqê kir.
Artêşa Tirkiyê di dereqa rojên borî de di çarçoveya operasyonên leşkerî dijî PKKê bi dehan gundên parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê dagîr kiriye.
Li gor rapora medyaya Herêma Kurdistanê, bi dehan malbat neçar mane birevin deverên din, bi taybetî derdora bajarê Amêdiyê li bakurê parêzgeha Duhokê û wesayitên cengê yên artêşa Tirkiyê piştî êrişa ser veşartgeh û kampên PKK derbasî nava vê navçê bûne.