Hezîran 19, 2024 08:26 Asia/Tehran
  • Şewata daristanli Stenbolê

Li Stenbolê yek ji daristanan agir pêket. Ev şewat duh li daristanên devera Sari Yêr a Stenbolê ji ber sedemeke nediyar dest pê kir û ji ber bayê bihêz her ku diçe berfirehtir dibe.

 

 

Beşek ji cihên niştecihbûnê yên Sari Yêrê ji ber nêzîkbûna  bi navçeya şewatê hatin valakirin û vemirandina agir a li vê herêmê ji bejahî û hewayê didome.

Li gor gotina  Îbrahîm Yûmaklî, Wezîrê Çandinî û Xwarinê yê Tirkiyê, di hefteya borî de li 12 parêzgehên vî welatî agir bi 720 cihên daristanê ket,

Hêjayî gotinê ye ku her sal beşeke mezin ji daristanên Tirkiyê ji ber sedemên curbecur agir  pê dikevin. 

4 sal berê niha , di mezintirîn şewata daristanan a dîroka Tirkiyê de ku 20 rojan li 53 parêzgehên vî welatî berdewam bû bi hezaran  hektar daristan  di nava agir de şewitîn û bi dehan kes hatin kuştin an birîndar  bûn.

Serepeyv