Hevdîtina wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi Heniyê hewldana Enqerê bona serêxwegirtina agirbesê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, nîvroja îro di serê taximekê da bi Îsmaîl Heniye, serokê polîtboroya Tevgera Hemasê re hevdîtin pêk anî.
Her du aliyan di vê hevdîtinê da li ser alûgorên herî dawîn ên li qadê û alûgorên siyasî yên şerrê dijî Xezzê gotûbêj kirin.Heniye di vê hevdîtinê da ji bilî ravekirina hewldanên ku herî dawîn ji bo sekinandina şerrê dijî xelkê filistînê cih hatine, amajeyî cinayeta duh a artêşa dagirkir a Siyonîst li Kempa Nyseyratê kir û got ev cinayeta dirustbûna helwêsta Hemasê ya li ser pêwîstiya sekinandina tam a şêrr û derketina hêzên dagirkir ji Zîvala Xezzê û hevhatina ji bo bi hevreguherîna dîl û girtiyan û ji nûve avakirina Xezzê misoger kir. Hakan Fîdan, wezîrê karên derve yê Tikriyê jî ji bilî sersaxîdana ji ber şehadeta filistîniyan bi taybet di cinayeta duh a li Nuseyratê, hewldan û karên dîplomatîk ên Tikriyê bona alîkariya li pêşdabirina hewldanên ji bo agirbesa li Xezzê û piştgîriya ji mafên gelê Filistînê ji wan di dema civîna Welatên di halê Pêşketinê da rave kirin.