Nîsan 24, 2024 07:30 Asia/Tehran
  • Îdiaya Wezareta Berevaniya Tirkiyê: 19 endamên PKK û YPGê li bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê hatin kuştin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di operasyonên hêzên çekdar ên Tirkiyê li bakurê Iraqê û bakur û rojhilatê Sûriyê de 19 endamên PKK û YPGê hatine kuştin.

Wezareta berevaniya neteweyî ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çend operasyonên hêzên çekdar ên Tirkiyê li  herêmên Bakurê Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê de 19 endamên PKK û YPGê hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Netewî ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, 19 endamên PKK û YPGê ku ji wan 15 endamên PKKê li  Bakurê Herêma Kurdistana Iraqê û 4 endamên YPGê jî li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê di operasyonên artêşa Tirkiyê de hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku di çend mehên borî de, operasyonên artêşa Tirkiyê li dijî hêzên PKK û YPGê gelek zêde bûne û rayedarên Tirkiyê derbarê êrişa bejayî ya  giştalî ya artêşa Tirkiyê li dijî endamên PKKê li bakurê Iraqê di havîna îsal de agahî dane.

 

Serepeyv