Gotûbêja telefonî ya serokkomarên Tirkiyê û Îmaratê derbarê Xezeyê de
Serokomarê Tirkiyê û Serokomarê Îmaratê di gotûbêjeke telefonî de pêkanîna agirbesê li Xezeyê pêwîst dan zanîn.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, di vê pêwendiya telefonî de ragihand ku rawestandina demlidest a cinayetên rejîma Îsraîlê û dewama pêngavên ku ji bo garantîkirina agirbeseke daîmî li Zîvala Xezeyê hatine avêtin, pir girngiya xwe hene.
Erdogan her wiha ser pêwîstiya cihanîna biryarên civîna hevpar a Rêxistina Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî li 11`ê Mijdarê ji bo bidestxistina aştiya navçê teqez kir û daxwaza yekrêzî û zêdekirina piştgiriya civaka navneteweyî ji bo Filistînê kir.Êrişên Rejîma Siyonîst ser xezeyê, hewildana ji bo bidestxistina agirbesteke daîmî li navçê, hewldana Tirkiyê ji bo şandina alîkariyên mirovî bo filistîniyan û tedbîrên ku ji bo dabînkirina aştiyê ji mijarên din ên vê gotûbêja telefonî hatin gotûbêjkirin.