Bombebarana Bakurê Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve
Kanûn 16, 2023 09:48 Asia/Tehran
Tirkiye di dewama binpêkirina yekparçeyiya axa Iraqê bakurê vî welatî bombebaran kir.
Wezareta berevaniya neteweyî ya Tirkiyê roja Pêncşemê derbarê bombebarana bakurê Iraqê ji aliyê vî welatî va agahî da.Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di êrişa hewayî ya li bakurê Iraqê de meqerên PKKê ketine ber êrişan.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku di vê êrişê de 5 endamên PKK hatine kuştin.
Daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî kuştina 5 endamên PKK piştrast kiriye.
Bexdayê pêştir ji ber binpêkirina serweriya axê ya Iraqê ji aliyê leşkerên tirk ve, li dijî Tirkiyê doz vekiriye.