Kanûn 15, 2023 16:16 Asia/Tehran
  • Tirkiyê cinayeta nû ya Rejîma Siyonîst şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê kiryarên handêr ên Rejîma Siyonîst li Kampa awareyan a Cinînê şermezar kir.

Oncû Keçelî Berdevkê  Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê  got: Em tevgerên leşkerên îsraîlî li êrîşî ser kampa awareyan a Cinînê kirine û bi derbasbûna nav mizgeftê rêz û hurmeta îbadetgehê binpê kirine, bi giranî şermezar dikin.

Wî tekez kir: Kêşe  ji ber terora bajaroknişînan, anîna zextêî û êrîşên giran ên hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê gellekî zêde ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê  her wiha got: Me çaverêtî heye ku êrîşa ser cihûwarên pîroz ên misilmanan li Qudsa rojhilat û Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bilez bi dawî bên û sebebkarên van kiryarên handêr bi girantirîn awayî bên cezakirin.

bnerdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê  got: Navçeyê hewcetî bi aştiya zêdetir heye ne tundûtûjiya zêdetir.

Serepeyv