Kanûn 14, 2023 17:20 Asia/Tehran
  • Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê: Ranewestandina trajediya mirovî li Xezeyê nîşana lawaziya pergala navneteweyî ye

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê got: Ranewestandina trajediya mirovî li Xezeyê nîşana sersariya civaka navneteweyî û lawaziya pergalê ye.

Yasîn Ekrem Serîm Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê derbarê qeyrana mirovî ya pêkhatî li Xezeyê got: Berpirsyarî ji bo sekinîna li hemberî binpêkirina mafên mirov û pêkanîna aştî û aramîya mayînde zêde bûne û Tirkiye jî wek hêmaneke berpirsyar di civaka navneteweyî da hewldanên xwe ji bo bidawîanîna bêdadiyê li Filistînê didomîne.

 

Serîm beşdarî civîneke bi navê "Pêşeroja mafên mirov, aştî û ewlehî"yê di çarçoveya salvegera 75an a Pesendkirina daxuyaniya cîhanî ya Mafên Mirov a NY li Ofîsa NY ya jenevê bûbû, her wiha got: Êrîşên dijemirovî ku roja îro li Xezeyê didomin, ne tenê derbeyê li mafên bingehîn ên gelê Xezeyê dixin belkî derbeke mezin li nirxên hevpar ên mirovatiyê dixin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê her wiha got: Ji bo pêşîgirtin li veguhestina vê rewşa serşûrî bo pêşerojê, hemî welat erkdar in ku ji bo rawestandina xwînrijandinê li Xezeyê û pêkanîna aştiya mayînde kiryareke lezgîn pêk bînin.

Serepeyv