Kanûn 09, 2023 16:08 Asia/Tehran
  • Hewldana Tirkiyê jibo bandorkirina ser biryardanên li Iraqê, bi taybetî ser hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê

Siyasetmedarê Kurd ê iraqî got: Tirkiye eşkere jibo destwerdana di karûbarên navxweyî yên Iraqê û bandorkirin li ser mijara lidarxistina hilbijartinên parêzgehên vî welatî hewil dide.

Letîf El-Şêx, siyasetvanê kurd ê iraqî di hevpeyvînekê de ragihand:

Destwerdana Tirkiyê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de û bi taybetî hewldana  jibo bandora li ser  hilbijartinên parêzgehên hin parêzgehên vî welatî, tam eşkere û pir  bi tehrîk e.Vî siyasetvanê kurd ê iraqî diyar kir ku  Tirkiye ji ber hevkariya hin partiyên sereke yên Kurdistanî bi wê re, hewl dide bandorê li biryarên Iraqê û bi taybet hilbijartinên encumenên parêzgehan  ji wan  parêzgeha Kerkûkê jî bike û got: Tirkiyê bi hinceta piştgiriya ji tirkmanan  li Iraqê hewl dide li Kerkûkê bigihe hedefa xwe û dixwaze  bi pêknaîna  Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de  role xwe hene ku ev  kar binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Di halekî de ku karzan derbarê  destwerdanên Tirkiyê di karûbarên navxwe yên Iraqê de bi taybet li navçeyên Kerkûkê hişyariyê didin, vê dawiyê Balyozê Tirkiyê li Iraqê îdiaya welatê xwe ya piştevaniya ji tirkmanên Kerkûkê dubare kir û tirkmenên Kerkûkê wek Tirkên Iraqê û  welatiyên  xwe bio nav kirin. 

 

Serepeyv