Mijdar 27, 2023 16:06 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê her mehê 45 jin tên kuştin

Li gorî nûçeyên ku di medyaya Tirkiyê de hatine weşandin, tenê di deh mehan de li vî welatî 470 jin hatine kuştin.

 Encama nûçe û raporên ku di medyayên Tirkiyê de derbarê kuştina jinan li navçeyên curbicur hatine belavkirin, nîşan didin ku  tenê di deh mehên derbasbûyî de, li Tirkiyê 470 jin  bi awayekî nezelal û şikber hatine kuştin ku piraniya wan ji aliyê Xizm û endamên malbata xwe ve hatine kuştin.Çavkaniyên nûçeyan li Tirkiyê, bi boneya 25`ê Mijdarê roja cîhanî ya  rawestana  li ber tundûtûjiya li dijî jinan, ragihandin ku ji destpêka îsal ve heta niha 287 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin û 183 jin jî bi gumancanê xwe ji dest dane.Li gorî medyayên Tirkiyê, di yek meha buhurî de, 41 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, 13 jin û 3 zarok jî bi awayekî bi guman hatine kuştin.

Her wiha 2 jin jî karîne bi hewldan xwe rizgar bikin.Karzan dibêjin, gelek caran nûçeyên kuştina jinan li Tirkiyê di medyaya vî welatî de nayên weşandin.

 

Serepeyv