Mijdar 20, 2023 10:50 Asia/Tehran
  • Zêdebûna dengên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan li navçeyên kurdnişîn ên Tirkiyê

Navenda Lêkolînê ya Sosyopolîtîkê li navçeyên kurdnişîn raporsiyek pêk anî û ragihand ku dengên HEDEP'ê zêde bûne û hogiriya ciwanan ber bi wê ve zêde bûye.

Navenda Lêkolînên meydanî ya Sosyopolîtîk ê  bi pêknaîna  rapirsiyekê rewşa dengên partiyên  curbicur  ên Tirkiyê  di hilbijartinên şaredariyan hilkoland  û ragihand ku li gorî vê rapirsiyê, dengên Partiya Wekhevî û  Demokrasiya Gelan  (HEDEP) zêde bûye û hogiriya ciwanan  li navçeyên kurdnişîn ên Tirkiyê ber bi HEDEPê ve zêde bûye.

Ev rapirsî  ji 27ê Cotmeha heta 1ê Mijdara 2023an li bajarên kurdnişîn  ên Tirkiyê, Amed Mêrdîn, Orfa, Wan, Êlih, Sarnex, Sêrte, Colemêrg, Agrî, Moş, Çelîk, Batlîs, Qers, Dêrsim û Îxirê hatiye kirin û 1502 Ton beşdarî wê bûne.Encamên vê rapirsiyê nîşan didin ku sedî 52.9ê kesên beşdarî rapirsiyê bûne, gotine ku wan dengê xwe daye HEDEP-ê.

Sedî 22.2 jî gotin ku wan dengê xwe daye Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP).

 Sedî 7.1 jî gotine wan dengê xwe daye CHPê.

 

Serepeyv