Cotmeh 20, 2023 16:54 Asia/Tehran
  • Zêdetirî hezar koçberên bêdestûr li Edirneya Tirkiyê hatin desteserkirin

Zêdetirî 1000 koçberên bêdestûr ku dixwestin bi rêya sînorên Tirkyiê derkevin, li Edirneyê hatin desteserkirin.

Hêzên Henga Sînorî ya Jandirmeyan a Tirkiyê tenê di hefteyekê da hezar û 90 koçberên bêdestûr li parêzgeha Edirbneyê li rojavayê Tirkyiê desteser kirin.

Parêzgariya Edirneyê di rapora da ragihand ku 1090 koçberên bêdestûr ji welatên cûrbicûr ku bi awayê neqanûnî hatibûn Tirkiyê û dixwestin derkevin û xwe bigihînin Ewropayê, di heyama hefeteyekê da hatine desteserkirin.

Li gorî vê raporê, Koçberên bêdestûr welatiyên Îran, Sûriye, Pakistan, Efxanistan, Misir, Iraq û Filistînê ne; Kesên desteserbûyî piştî derbaskirina qonaxên qanûnî ji bo dersînorkirinê bo Rêveberiya Koçberiyê ya parêzgehê hatine şandin.

Di vê operasyonê da 25 tawanbar bi tawana "Qaçaxa Miro9van" hatin desteserkirin û 22 erebe jî di vî warî da hatin zeftkirin.

 

Serepeyv