Cotmeh 19, 2023 15:24 Asia/Tehran
  • Erdogan rexne li bêberpirsyarbûna Konseya Ewlehiyê ya NY'yê derbarê Xezeyê girt

Serokkomarê Tirkyiê Konseya Ewlehiyê ya NY'yê ku nekarî biryarnameyekê ji bo rawestandina êrîşên Rejîma Siyonîst pesend bike da ku alîkarî bigihêjin welatiyên sivîl ên Xezeyê, da ber rexneyan.

Receb Teyyîb Erdogan ku ev demeke dirêj e rexne li pêkhateya Konseya Ewlehiyê ya NY'yê digire, îro ragihand: Pênc endamên hertimî yên vê konseyê ji wan Amerîka ku biryarnameya roja Çarşemiyê veto kirin, nûnera civaka cîhanî nînin û nikarin bilez biryar bidin.

Erdogan tevî amajeya bi vêya ku Konseya Ewlehiyê ya NY'yê ku zêdetir ji vêya nekêrhatî bû, careke din berpirsyariya xwe bi cih neanî; teqîna nexweşxaneya Xezeyê nimûneyek ji êrîşên bêyî berçavgirtina nirxên herî bingehîn ên însanî ji aliyê Îsraîlê va zanî û tevî rexnegirtina ji ragihandina "Bi armanc û dualî" ya nûçeyên vê pevçûnê, got: Welatên rojavayî ku îdiaya maf û azadiyên mirovî diokin, pêngavek ji bilî gurrkirina şêrr ranekirine.

Serokkomarê Tirkiyê her wiha got:  Ev tê wateya tevkujiyê, êrîşa karesat li ser Nexweşxaenya El-Me'medaniyê, tevkujiya li Xezeyê gihande asteke din û em sebebkarên vê êrîşê ku cinayeta dijî mirovahiyê û tevkujiya dijî xelkê Xezeyê ye, şermezar dikin.

 

Serepeyv