Cotmeh 19, 2023 15:23 Asia/Tehran
  • Zêdetirî du hezar kes bi sûcê rakirina bêdestûr a çekê li Tirkiyê hatine desteserkirin

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê qala desteserkirina 2 hezar û 368 kesan bi sûcê rakirina çeka bêdestûr kir.

Elî Yêrlî Kaya Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê  ragihand, têkildarî operasyona polîsê vî welatî li dijî qaçaxçiyên çekan û kesên ku bê destûr çekan radikin, di heyama 4 rojên derbasbûyî da hezar û 284 çekên kemberî, 37 tifing û 170 tifingên nêçîrê yên bêdestûr li 74 parêzgehên vî welatî ji aliyê hêzên polîs va hatien zeftkirin û 2 hezar û 368 kes jî hatine desteserkirin.

Operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî bandên pêkanîna sûcê û qaçaxçiyên çekan ji çar roj beriya niha va li 74 parêzgehên vî welatî ji wan li Stenbol, Enqere û Izmîrê dest pê bûye.

 

Serepeyv