Cotmeh 11, 2023 09:45 Asia/Tehran
  • Pêşbîniya Erdogan ji aloziyên vê dawiyê yên li erdên dagirkirî

Serokomarê Tirkiyê pêşbînî kir ku nakokiyên vê dawiyê yên gelê mezlûm ê Filistînê û Rejîma Siyonîst a Îsraîlê domdar pêşbînî kir behsa hewla jibo navbeynkariyê kir.

 

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan duh sêşemê li Enqerê di civîneke rojnamevaniyê de dilgiraniya xwe derbarê nakokiyên vê dawiyê yên li erdên dagirkirî nîşan da û got: Ez bawer nakim ku ev mijar di nava hefteyekê yan jî 15 rojan de bi dawî bibe.

Erdogan ku duh bi rayedarên Filistînî û Rejîma Siyonîst re axivîbû got: Em bi serokên cîhanê û hevkarên herêmê re muzakere dikin û ji bo bidawîkirina vî şerî em li ser navbeynkariyê difikirin.

Receb Teyib Erdogan herwiha rexne li hatina gemiya Amerîkî bo navçeyê girt û got, gemiya firokehilgir ya Amerîkî bi hemû keştî û firokeyên xwe dê li peravên rejîma Îsraîlê çi bike? Wê dest bi komkujî û wêrankirina hemû Xezze û derdora wê bike. 

Erdogan nirxandina 20 baregehên Amerîkayê yên li Sûriyeyê nepêwist bi nav kir û got, Amerîkayê tenê balafireke bêfirokevan a Tirkiyê xist xwarê, ma Tirkiye niha ne  hevpeymanê Amerîkayê ye di NATOyê de ye?

Em vê kiryarê çawa şîrove û dinirxînin?

Lê mixabin Amerîka dema pêwîst bi me re wek hepeymanê xwe tevdigere û niha hemû rêxistinên terorîst perwerde çekdar dike û mixabin bi rêya van rêxistinan navçeyê, çi Sûriyê û çi jî rojhilata navîn  dike himama xwînê.

 

 

Serepeyv