Cotmeh 09, 2023 08:30 Asia/Tehran
  • Erdogan: Divê pirsgirêka Filistînê bi awayekî adilane bê çareserkirin

Serokomarê Tirkiyê tekezî li ser peydakirina çareseriyeke adilane ji bo pirsgirêka Filistînê kir.


Receb Teyib ERdogan Serokomarê Tirkiyê  ku tevî îdiayên xwe yên derheq piştgiriya ji mafên gelê Filistînê, ji bo berfirehkirina peywendiyên xwe bi Rêjîma Siyonîst re gelek pêngav avêtiye, destnîşan kir ku pêkanîna aştiya mayînde li Rojhilata Navîn tenê bi  çareseriyeke bingehîn  bo pirsgirêka Filistînê mimkun e.

Serokomarê Tirkiyê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e xwe ji her karekî ku aloziya li navçeyê zêde bike û xwînrijandinê zêdetir bike, dûr bixe.

Erdogan her wiha got, em micid in ku ji bo aramkirina nakokiyên di navbera Îsraîl û Filistînê de xebatên dîplomatîk zêde bikin.

Di demekê de ku xelk û raya giştî ya Tirkiyê ji kiryar û cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê nerazî ne Erdogan li hember cinayetên vê rejîmê li dijî gelê Filistînê bêdeng maye.

 

Serepeyv