Îlon 25, 2023 07:49 Asia/Tehran
  • Dirêjkirina dorpêça li ser herêma Banayê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, xelkê herêmê sergirdan kiriye

Dorpêçkirina leşkerî ya du mehî li navçeya Banayê ya Tirkiyê ji aliyê artêşa vî welatî ve, cotkar û pezdarên vê navçeyê sergirdan û asê kiriye.

Zêdetirî 2 meh li ser destpêkirina operasyon û dorpêça leşkerî  ya  navçeya Kurdşîn a Banayê ser bi parêzgeha Şirnexê re derbas dibin û ji du hefteyan berî wê jî artêşa Tirkiyê li vê navçeyê qedexeya hatin û çûyînê daye destpêkirin. Dorpêçkirina leşkerî ya du mehî ya vî gundî bû sedem ku xelkê gund ku bi  cotkarî û pezdariyê debara xwe dikin, rastî gelek pirsgirêkan werin.

Walîtiya Şirnexê di 14’ê Îlonê de hatin û çûyîna  bo 5 gundewarên Basayê heta 15 rojan qedexe kir.

Gundê Bana û û navçeyên derdora wê hatine dorpêçkirin.

Piştî ku qedexe hat ragihandin, gundiyên vê deverê neçar man pez û dewarên xwe ji bo çêrandinê bibin mêrgên gundên din.

Ji du heftiyan  berî niha ve çûyîna  borez, bostan û zeviyan ji gundiyan re hatiye qedexekirin û ev du hefte ne ku dar û zevî tênî û bêav in.

Xelkê devera Banayê her tim di bin zext û zorên hêzên artêşa Tirkiyê de ne.

Li gorî hin raporan leşkeran êrîşî malên xelkê kirine û çend saetan  navmala wan geriyane.

 

Serepeyv