Îlon 24, 2023 16:09 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Tirkiyê ya çermezarkirina bêrêziya li Qurana Pîroz li Holendê

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê bêrêziya li Qurana Pîroz li Holendê şermezar kir.

Edwin Wagensveld Serokê Koma dije-îslamî ya nasyar bi Pegîdayê roja Şemiyê careke din bi kiryareke kirêt nisxeyeke Qurana Pîroz li ber Balyozxaneya Tirkiyê li Holendê dirrand.

Edwin Wagensveld ku pêştir li derveyî balyozxaneyên Pakistan, Endonezya û Danmarkê li Laheyê jî bêrêzî li Qurana Pîroz kiribû, her wiha bêrêzî li îslam û misilmanan kir ku tûşî şermezarkirina cîhanî nemaze ji aliyê welatên îslamî va hat.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê tekez kiriye ku Enqere êrîşên handêr li Qurana Pîroz li derveyî balyozxaneyên welatên îslamî ji wan Balyozxaneya Tirkiyê li Holendê şermezar dike û tekezî li ser sekinîna cidî li hemberî vî karê qirêj dike.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê da hatiye: Niha divê hin kiryarên bibandor ji aliyê wan welatan va pêk were ku êrîş li axa wan pêk tên û ev welatana divê hin tevdîran dijî van krên handêr bigirin ku ji aliyê NY'yê va jî wek belavkirina nefreta mezhebî û binpêkirina rêzikên navneteweyî tê naskirin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê hin kiryaran ji bo pêşîgirtina li dubarebûna van bûyeran pêk bînin.

Bêrêziya li Qurana Pîroz di mehên da da li welatên ewropî bi caran hatiye dubartekirin û tevî bertek û nerazîtiya welatên îslamî û saziyên navneteweyî hema wisa didome.

Tirsandina ji îslamê û bêrêziya li pîrozwerî û baweriyên misilmanan li Ewropayê bûye pêvajoyek û dewlet û saziyên wealtên rojavayî tenê bi gotinê bertek nîşan didin û heta hinek dewlet6ên rojavayî vê yekê wek Azadiya Raderbirrînê bi nav dikin û ev yek bûye sebeba dewama van karên qirêj.

 

Serepeyv