Îlon 02, 2023 18:36 Asia/Tehran
  • Li Muglayê agir bi daristanekê ket

 Li parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê agirê ku şeva borî bi daristanekê ket û îro piştî kar û xebatan hat vemirandin.

 

Derengî şeva borî li taxa Otmanlarê yê navçeya Koycegîzê ya Muglayê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanekê ket.

Li ser agahdarkirinê karkerên daristanê yên ser bi Rêveberiya Herêmê ya Daristanên Muglayê û tîmên Parastina Sivîlan çûne cihê bûyerê.

Agirê ku ji ber bayê bihêz belav bû, ji bejahî û hewayê hewl hat dayîn ku agir bê vemirandin.

Piştî kar û xebateke zêde îro agir hat vemirandin.

 

 

Serepeyv