Tebax 29, 2023 17:35 Asia/Tehran
  •  Li Konyayê erdhej

Li navçeya Kuluyê ya parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan qewimî.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye, erdhejên paşekî  hîna jî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Konyayê erdhej çêbû.

Li gorî rapora AFADê, erdhej li navçeya Kuluyê ya Konyayê saet 07:58an çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,8 pile bûye.

Herwiha AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 13,57 kîlometre bûye.

Li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.

 

 

Serepeyv