Tebax 28, 2023 15:48 Asia/Tehran
  • HDP: Heke li Tirkiyê pirsgirêka Kurd tune, çima zimanê me tê paşguhkirin?

Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê, HDP wek berteka li himber paşguhkirina zimanê Kurdî di sîstema nû ya xizmetguzariya elektronîk ya Wezareta Tendirustiya Tirkiyê de, ji Wezîrê kurdziman ê hikûmeta AKPê pirsî ku çima hûn li hember vê xemsariyê bertek nîşan nadin?

 

HDP wek berteka li himber  zêdekirina 5 zimanên biyanî li sîstema elektronîk ya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, ev kar berovajî îdiaya hikûmeta Tirkiyê ya ku dibêje li welêt pirsgirêka kurd tuneyeda zanîn û ji Wezîrê Tenduristiyê Fexredîn Koca  ku kurd e, pirsî çima li hember vê xemsariyê bertek nîşan nade? 

 

Duh Fexredîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê ku kurd ê vî welatî ye, li ser hesabê xwe nav torên civakî daxuyaniyek belav kir û tê de derbarê zêdekirina 5 zimanên îngilîzî, almanî, erebî, fransî û rûsî  li sîstema elektronîk a Wezareta Tendrsutiyê agahî da.

 Bi vî awayî dîsa jî zimanê kurdî  di vê sîtema hikûmeta Tirkiyê de hat paşguhkirin.

HDPê jî di wek berteka li himber vê nûçeyê de nivîsî: Serkeftin, lê di vê navberê de zimanê Kurdî ku yek ji zimanên kevnar ên xelkê vî welatî ye, li ku ye? Îca we çima kurdî li vê sîstemê zêde nekir?

HDP'ê didewamê de xîtabî Kurdên alîgirên AKP'ê û Wezîrê kurd hikûmeta AKP'ê  yanê Fexredîn  Koca  pirs kir: Hey kurdên ku alîgirê AKP'ê ne, gelo hûn van pirsan nakin?

 

Serepeyv