Rêya dijwar a Erdogan ji Melazgirdê heta Stenbolê; Hingiva şîrîn an şerbeta tal?
Serokomarê Tirkiyê di sefera Melazgirdê û serdana gornên mîrên Selçûqiyan li vê herêmê soz da ku partiya wî dê di hilbijartinên dhataû de bi ser keve û dê şaredariyên Enqere û Stenbolê ji destê opozîsyonê derxîne.
Gotinên Receb Teyib Erdogan di sefera Melazgirdê de careke din mijarên netewî xistin rojevê û ji bo ku bala netewxwazên tundrê yên Tirkiyê bikişîne, got ku em ê di hilbijartinên pêşber debi ser kevin, ev gotin bala medyaya Tirkiyê kişandiye .
Erdogan û şirîkê wî yê tundrê,Dewlet Baxçelî, serokê partiya rastgir a tundrê,Tevgera Netewî, di serdana gorên fermande û mîrên Selçûqî de wêne kişandin.
Analîzorên Tirkiyê lii hember gotinênErdogan li Melazgirdê, gotin ku Erdogan li Melazgirdê behsa hewldana bo têkbirina neyaran li Stenbol û Enqereyê kir, lê belê li ser krîza aborî nexwest tiştekî bêje.
Şirovekarên muhafizekar ên Tirkiyê rêya dijwar a serkeftina Erdogan li Stenbol û Enqereyê hilkolandin û gotin ku Erdogan hewl dide hevrikên xwe ji meydanê derxîne, di dema ku qeyrana aborî li Tirkiyê berdewam e û plana hikûmeta Erdogan heta nihabê encam bûne û ev qeyran her roj jiyana welatiyên Tirkiyê zehmet dike.
Erdogan di halekî de gefê li dijberên xwe dixwe ku pêngavên wî ji bo çareserkirina qeyrana darayî ya seqetker li vî welatî hema eva bûye ku rêveberên pilebilind ên bankên Tirkiyê wêde bibin û ev biryarên Erdogan encamên gelek xirab ji bo aboriya Tirkiyê bi cih hişt.
Di dema hilbijartinên serokomariyê de, Erdogan soz dabû ku zama aborî li Tirkiyê kêm bike, lê li gorî amarên geşbînane yên hikûmetê ji destpêka sala nû de zama abor dê bibe sedî 60 û gelê Tirkiyê dê di nav xizanî û feqrê de bijîn û dê nekarbin debara jiyana xwe bikin.