Tebax 27, 2023 17:48 Asia/Tehran
  • Hevserokên nû yên HDPyê diyar bûn

Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak bûn hevserokên nû yên HDPyê.

Di çaremîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Enqerê hat lidarxistin, Sultan Ozcan û Cahid Karkazak wek hevserokên nû yên HDP'ê hatin hilbijartin.Di dengwergirtina  ku di çaremîn Kongreya HDP de hat lidarxistin de, piraniya 904 nunerên HDP'ê beşdar bûn û piraniya wan dengê xwe dan Sûltan Ozcan û Cahîd Karkazak.

Hevseroka Giştî ya HDP'yê Sultan Ozcan piştî hilbijartinê di axaftineke xwe de  got: HDP dê bi Partiya Çep a Kesk re xebata xwe bedewam bike û hemû astengiyên heyî dê ji holê rake.Hevserokê din Cahid Kerkazak jî diyar kir ku ew dê bi hev re jiyaneke nû û azad ava bikin û got: bihêlin bila tirsa  kesên ku li himber riya me ya avakirina jiyaneke azad de astengiyan derdixin, bidome,

Hêjayî gotinê ye ku Kongreya HDP'yê  ku par bi coşeke mezin hat lidarxistin, îsal bê deng û seda li holeke biçûk a  civînan hat lidarxistin.Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê di hilbijartinên vê dawiyê yên vî welatî de baş derneket holê.​

Serepeyv